Pêka dawî raporên belavbûyî rêjîma îranê li roja duşemî 17ê Çiriya Paşîn, Elîmerdan Baranî û kesekî din bi navê “Şemsedîn” ku nasnavê wî nehatiye zanîn û 2 girtiyên din ku nasnameya wan jî nehatiye zanîn li girtîgeha Wekîlabad a rêjîmê li bajarê Meşhedê de bidar vekirin.
Herwisa li vê rojê de Riza Kemalî li girtêgeha Sipîdar a rêjîmê li bajarê Ehwazê, Elîriza Kişawerz li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sebziwarê, Bêhzad Husêynî li girtêgeha rêjîmê li bajarê Gurganê, Ceifer Sultanî û girtiyek din ku nasnameya wî nehatiye zanîn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Taybadê û Moseyib Xalowend li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bender Ebasê de hatine bidarvekirin.
Herwisa 2 girtiyên din bi navên, Qumrî Ebassaze û mamostayekî zimanê Ingilîsî yê bi navê “Îrec Aqayî” ku bi zorê tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi ser de sepandibûn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sariyê de hatine bidarvekirin.