Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq şermezarkirina karesata canjidestdana Ehmed Baldî û tepeserkariyên li dijî netewe ya Ereb ên Ehwazê

11:10 - 18 Çirriya paşîn 2025

Bi dax û keserekî giran em hatine agehdarkirin ku roja 20ê Xezelwera 1404an a Rojî, Ehmed Baldî xwendekarê temen 20 sal û ciwanê ereb ê Ehwazê ku bi nerizatî li hember hiloşandina dukana malbata xwe ji aliyê hêzên dije xelkê bajarvaniya Ehwazê ve, agir berdabû cane xwe , tevî xweragirtin li hember birînên xwe xwe yên xeda, cane xwe ji dest da.

Bi vê hilkeftê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî nîşandana hevxwemiya xwe digel malbata daxdar, Dost, Kesûkar û Ereb ên Ehwazê, vê karesatê bi dirêjeya wan zilim û zordarî û cudakariyê dizane ku bi dirêjahiya wan salan bi awayekî sîstematîk û tevahî armacdar bi dijî netewe yên sitemdîtî yên Îranê ve têne kirin.

Bi dîtingeha me ev cure karesatane derencamên rastewxwe a desthilatdariya rejîmekê sitemkar û kulturekî siyasî li ser esasê cudakarî û dagîrkarî û kîneya desthilatdarên Îranê ve li hember neteweya Ereb û netewe yên din ên bêzar bûye ji pangurîna zilim, Serkut, cudakarî, înkar û sivkatîpêkirin bi dijî xwe ye.

Ehmed Baldî mînaka eşkere ya milyonan kesên bi azare ku di nav neteweya Erebên ehwazê û deverên wekî Belûçistan, Kurdistan û deverên din yên sitemdîtî yên Îranê ye, tevî hebûna deryayek serwet û saman li bin pê yên wan, Rojane em şahidê talankirina çavkanî û serwetên netewî yên xwe ne ku ji aliyê komara Îslamî ve têne kirin ku para wan ji wan îmkanat û serwetên sirûştî tenê hejarî û bêparbûne, tevî hemû hewla wan bo dabînkirina kêmtirîn îmkanat bo jiyaneke serfirazane, rûbirûyê şer û givaşa serkutkariyên rejîmê û şikandina kerameta însaniyên xwe dibin û li rewşekî wiha de eger ji dest celadên rejîmê rizgar bibin jî, hinek caran li astekî bê hêvîtî û turebûnê ve serçave digre û sivkatîkirinek zêde, bi wî awayî tendirûstî û jiyana xwe dixne jêr metirsiyê de.

Herwisa piştî karesata mirina wî ciwanî, rejîmê li pêngavek hevdem digel siyaset û sirûşta serkutkariyên xwe de, Hejmarek rojnamevan û çalakvanên Ereb ên Ehwazê ji wan Hesen Selamet , Cewad Saidî û Seyîd Sadiq Albuşuke destbiser kirine û tevî dorpêçkirina nexweşxanê, rê ji xelkê girtiye ku nekarin peywendiyê bi malbata Ehmed Baldî ve bigrin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê wan cure givaşên rejîma Komara Îslamî bo ser neteweya Ereb ên Ehwazê ku bûye sedema rûdana karesata wekî agirjixwe berdana Ehmed Baldî û herwisa destbiserkirina rojnamevan û sansorkirina nûçe û givaş bo ser malbata wî ciwanî bi tundî şermezar dike û hevxemiya xwe bi kesûkar wî û neteweya Ereb ên Ehwazê radigehîne.

Me çavnihêrî li kom û civatên navdewletî û encûmen û navendên mafê mirovî heye ku li hember cudakarî û tawanên rejîma Komara Îslamî li hember xelkê Ereb ên Ehwazê û netewe yên jêrdestên din û binpêkirina maf û azadiyên despêkî yên xelkê Îranê helwêstek micid bigirne bera xwe û vê rejîmê li hember cinayetên ku dike neçar bi bersiv danê bike.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda peywendiyên Îranî û Kurdistanî

16ê Çirriya paşîn a 2025 a Zayînî