Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li roja 26ê Sermawezê de çalakiyên berfireh li Rojhilatê Kurdistanê de bi rê ve çon

17:22 - 18 Kanûna pêşîn 2025

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li berdewamiya çalakiyên çendîn rojeyên xwe de bi hilketfa 26ê Sermawezê, roja Pêşmerge û Alaya Kurdistanê li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên berfireh bi rê birine û li roja 26ê Sermawezê de jî ev çalakî berdewam bûn ku beşek ji wan çalakiyên nû ev in:

Li bajarê Urmiyê li devera Mirgewer li gundên “Bawan, Kanî Destar, Jarawa, Qayir û Girduwan”ê û herwisa li sêrêyana pasgah û rûberûyê bînaya dêhyarî û muxabirata gundê Baloyê li nêzî bajarê Urmiyê çalakiyên nû bi rê ve çon.

Li bajarê Bokanê li gundên “Erbenûs, Kanû Gurge, Axciwan, Wiştepe, Guygcelû,nSêrêyana şehreka Senetî Wiştepe li devera Ehmedê Kor, Qebexlû, Seydawa û devera Pîrmihemed, Axteter û rêya Şêxler” û li nav bajar de jî alaya Kurdistanê bi cihê wêneya Xumêynî û Xamineyî li zanîngeha Peyama Nûr de danîn.

Li bajarê Rebetê çiyayê Girawî bi alaya Kurdistanê xemilandin û li nav bajar de çalakî bi rê ve çon.

Li bajarê Rewamserê peyama pîrozbahiyê hate belavkirin.

Li bajarê Nexedê de jî li nav şeqam û kolanên bajar de çalakî bi rê ve çon.

Li bajarê Sinê li gundên “Tengîserê û Ewîheng”ê çalakî bi rê ve çon û li çiyayê Awiyerê de alayeke 20 metrî ya Kurdistanê hate bilindkirin û peyama ciwanên şoreşvan ên bajar hate belavkirin.

Li bajarê Pîranşarê li şeqam û kolanên gundê Şînawê û gundên Xirape, Xirê Berdaşan û Gedara Mameşan û nli bilindajiya çiyên Zawakêw û Berdeşana Dateşêxe, alaya Kurdistan û logoya Hizba dêmokrat hatine bilindkirin û guleyên taybet hatine teqandin.

Li bajarê Makoyê de jî çalakî bi rê ve çon û dirûşm li srer dêwaran hatine nivêsandin.

Li gundê Şinoyê li gundê Babxalawê, Dêgurcî, Hesen Nûran, Qurûşawê, Pirdawê, Qereseql, Sofiyan, Asinawê, Serderê û Qelatanê.

Li bajarê Mihabadê li gundên Qumqela, Diryas, rêya Tutaxac û rêya wesûkend û li tepeeya Qazî û Parka Mikayîl li nav bajar.

Endam û alîgirên şoreşvan ên Hizba Dêmokrat tevê lidarxistina wan çalakiyên berfireh, soza xwe digel Hizba Dêmokrat bo encamdana her erkek Hizbî û netewî, dubare kirin.