Kora Giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî pêşniyara şermezarkirina rêjîma Îslamiya Îranê li derheq binpêkirina mafên mirovî ku ji aliyê Kanadayê ve hatibû amadekirin, bi 78 dengên “ERÊ”, 27 dengên “NE” û 64 dengên “Bêalî” erê kir ku nûnerên 24 welatan jî li vê dengdanê de nebûne.
Yek ji xalên girîng ê vê biryarnameya erêkirî ya Saziya Netewên Yewkgirtî, tepeserkirina derveyî sînoran a dijberan ji aliyê rêjîma Îranê ve ye.
Li vê biryarnameyê de hatiye ku dijber, rojnamevan, çalakvanên mafên mirovî û heta malbatên wan jî li derveyî sînorên Îranê li jêr givaş, gef û çavdêriyan û êrîşên saybêrî yên rêjîma Îranê de ne.
Herwisa li vê biryarnameyê de hatiye ku rêjîma Îranê ji malbatên wan li hundirê Îranê de wek alavek bo bêdengkirina wan rexnegiran li derveyî Îranê, bi kar tîne.