Pêka rapora Kempêyna Çalakvanên Belûç, roja Înê 19ê Kanûna Pêşîn, bendavek ku ji aliyê şirketa mahan a ser bi spaha pasdaran a terorîst ve li deşta Polpolek a bajarê Beşagird ser bi parêzgeha Hormozganê de bi sedema endazyariya seqet herifî û gundên “Cigîn, Dêwel û çendîn gundên din ên li vê deverê binav bûn û berhemên werzêriyên xelkê li wan gundan de bi tevavî ji nav çone.
Pêka vê raporê, ev bendav bê berçavgirtina yasayên zanistî yên çêkirina bendavan û bi axê hatibû çêkirin û herifîna dîwarên vê yên axê, xisarên giran li pey xwe anîn.
Xelkê deverê tevî nîşandana nerizayetiya xwe li derheq vê projeya seqet û kawilker a spaha pasdaran a terorîst, daxwaza bersivdana lezgîn û qerebûkirina xisaran kirine.
Bi sedema hişariya xelkê, ti xisarek canî nebûye lê berhemên werzêrî yên gundên deverê jinav çone.