Rêûresma Şeva Yeldaya 1404 a Rojî, Şeva jidayîkbûna rêberê navdar ê Kurd Dr. Qasimlo bi awayekî bi şan bi beşdariya hejmarek ji endamên rêberî kadr û pêşmerge û malbatên Dêmokra, jialiyê Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê û Teşkîlata Aşkira ya Hizba Dêmokrat ve, li melbenda 1 a Kurdistanê de hate lidarxistin.
Rêûresm bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” dest pêkir û xatûn “Yesna Eskerî” pêşkêşkara bernamê, tevî xêrhatinkirin li beşdarbûyan, bas ji şeva Yeldayê wek hilkeftek kultûra Kurdî û herwisa giringiyek taybet a vê şevê, ji dayîkbûna “Dr. Qasimlo” rêberê navdarê Kurd kir û ji aliyê Komîteya Agirî ya Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat û herwisa ku rêûresm lidar xistibûn, xêrhatinkirin ji beşdarbûyan kir.
Piştre “Kanî Cola” keça şehîd “Elî Cola”, şemala şeva Yeldayê hilkir.
Herwisa peyama hevpar a Yekîtiya Ciwanan û Komîteya Agirî ya ser bi Teşkîlata Aşkira, ji aliyê “Pêşewa Qazî” cihgirê Birêveberiya Yekîtiya Cîwanan hate pêşkêşkirin û piştre sirûda 26ê Sermawezê ji aliyê pêşmergeyên melbenda 1 a Kurdistanê ve hate pêşkêşkirin.
Li berdweamiya rêûresmê de mamosta “Bêbeş Pîrotî” helbestek pêşkêş kir û piştre rêzdar “Osman Rehmanî” staranek û xatûn “Nesrîn Babekirzade Eqdem” helbestek pêşkêş kirin û girûpa mûzîka “Şeva Yelda” starnek li jêr navê “Qasimlo” pêşkêş kirin.
Li beşeke din a rêûresmê de “Serkewt Tabnak” ê pêşmergê Hizbê û herwisa rêzdar “Kerîm Qelatî” pêşmergê dêrîn ê Hizbê her yek starnek pêşkêş kirin û çêkirina berhemên destî û tabloya şêwekarî bi wêneya Dr. Qasimlo, ji aliyê çendîn xatûnên nav Hizbê ve hatine nîşandan.
Rêûresm bi govend û dîlana beşdarbûyan û pîrozbahîkirina Şeva Yeldayê bi dawî hat.