Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçona kora perdehildana li ser pirtûka “Pêşmergeyek le Binarî Arbebab”

11:42 - 21 Kanûna pêşîn 2025

Navenda Perwerde ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, korek bo perdehilgirtin li ser pirtûka “Pêşmergeyek le Binarê Arbeba” ji nivîsa pêşmergeyê dêrîn û têkoşer “Elî Ezîzî” bi rê ve bir.

Ev kor li roja 20ê Kanûna Pêşîn bi beşdariya hejmarek ji endamên rêberî û kadr û pêşmergeyên Hizbê bi rê ve ço.

Rêûresm bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê Şehîdên Kurdistanê, dest pêkir.

Li beşa yekem de rêzdar “Mihemedsalih Qadirî”, berpirsê Navenda Hilbijartin a Hizba Dêmokrat, bo nasandin û baskirin li ser pirtûkê, çend gotinek pêşkêşî amadebûyan kir.

“Mihemedsalih Qadirî” spas û mendînebûn li rêzdar “Elî Ezîzî” kir ku kariye bîranînên xebat û tekoşîna Hizbiya xwe bi hûrî binivîsîne û pirtûkek li ser navê "Pêşmergeyek li Binarî Arbeba” çap bike.

Li beşa din de rêzdar “Elî Ezîzî”, nivîskarê pirtûka “Pêşmergeyek li Binarê Erbaba” basek li derheq naveroka pirtûkê pêşkêş bi amadebûyan kir.

Li dawî beşa vê korê de rêzdar Dr. “Simayîl Bazyar” û Xatûn “Soreya Perwane”, perde li ser pirtîkê hilgirtin û pêşkêşî amadebûyan kirin.