Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Hizbê pêşewazî li rêzdar Mesûd Fewzî, rojnamevan û dostê dêrînê Hizbê kir

11:47 - 21 Kanûna pêşîn 2025

Roja 20 Kanûna Pêşîn, rêzdar “Mesûd Fewzî”, rojnamevan û dostî dêrînê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, serdana Hizba Dêmokrat kir û ji aliyê şanda Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat ve bi germî pêşewazî lê hatekirin.

Li vê civînê de bas ji rewşa deverê bi giştî hate kirin û tekezî li ser hevkariya zêdetir a li navbera Hizbên siyasî yên Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê de hate kirin.

Rêzdar “Mesûd Fewzî Mihemed”, amadebûna xwe bo hevkarî digel Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, da xuya.