Roja Şemî, 20ê Kanûna Pêşîn, şandeke Hizba Sosyalîst a Kurdistanê (Bakûr) bi serperestiya rêzdar Bayram Bozyel, serokê vê Hizbê, serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê şandaeke Hizbê bi serperestiya rêzdar “Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve pêşewazî lê hate kirin
Li vê civînê de rewşa deverê bi gştî û herwisa her dû beşên “Bakûr û Rojhilat”ê Kurdistanê hatine berbaskirinê.
Li dawiya vê civînê de her du aliyan pêdegirî li ser berdewambûn û qahîmtirkirina pêwendiyên li navbera wan 2 Hizban û hevkarî û hevhizriya Zêdetir li derheq mijar û pêşhatan bas kirin.