Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îşev dirêjtirîn şeva salê ye, Şeva Yeldayê, anku şevçil

12:19 - 21 Kanûna pêşîn 2025

Şeva tarî û dirêj ku bi hildana tîrêjên rojê dişkê û dawî pê tê

Şeva jidayikbûna navdarek û rêberekî ku, tarîtiya zilmat a ser Kurdan jî şikand û ev jî Rêberê mezin Ebdurehman Qasimlo bû.

Bo me Kurdan şeva Yeldayê demekê watê peyda dike ku, Kurd bi taybet Li Rojhilatê Kurdistanê, ji daykbûna Qasimlo yê mezin, wekî derkeftina tîrêjên ronahiyê li tarîtiya Yeldayê de tê temsîlkirin.

Bi salan e ku di vê şevê de bi hilkefta jidayîkbûna Qasimloyê mezin, xelkê Rojhilatê Kurdistanê di şeva Çile de, bo pîrozkirina yadê jidayîkbûna rêberê xwe, tev dicivin û vê şevê pîroz dikin.

95 saliya ji dayîkbûna Dr. Qasimlo wek derkeftina ronahiyê û şikana taritiya şeva dirêj, li evîndarên rêbaza qasimlo û tev xelkê Kurdistanê pîroz be.