Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta Şeva Yelda, şeva jidayîkbûna rojê, li yek ji binkeyên Hizba Dêmokrat li Koyê, rêûresmeke bi şan bi rê ve bir.
Rêûresim bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo canê paqijê Şehîdên Doza Rizgariya Kurdistanê, dest pêkir.
Piştre “Bêgerd Xizirpûr” pêşkêşkara rêûresmê, xêrhatinkirin li mêvanan, endamên rêberî, kadr û pêşmerge û endamên Hizbê û Yekîtiya Ciwanan kir.
Li beşa yekem de peyama Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêzdar “Bêhzad Qadirî” Sikirtêrê Giştî yê Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê ve hate pêşkêşkirin.
Rêzdar “Bêhzad Qazdirî” li beşeke peyama xwe de ragihand: “Em bi wanevergirtin ji hizrên Dr. Qasimlo, hizir li paşerojekê dikin ku têde ciwanê Kurd rolek çalak li diyarîkirina çarenivîsa xwe de heye, Paşerojek ku tê de nasnameya Kurdistanî ne ku tawan, belku sermayeyek çandî û mirovî ye.
Li beşa 2ê de şemala Şeva Yelda ji aliyê rêzdar “Mihemedemîn Kerîmî” bavê şehîd “Nasir Kerîmî” û Huner Husêynî” kurê şehîd “Hemdî Husêynî” hate hilkirin.
Piştre kora Huneriya Hiuzba Dêmokrat çend parçe mûzîk û stranên hemasî û folklorîk, pêşkêş bi amadebûyan kir.
Li beşa din a rêûresmê de belgefîlmek li ser şeva Yelda û kurtiyek li jiyannameya Dr. Qasimlo, ji aliyê Yekîtiya Ciwanan ve hatibû amadekirin, hate belavkirin.
Piştre bo xemilandina zêdetir a rêûresmê, çend pirsyar û qelpik bo amadebûyan hatibûne amadekirin û yên ku bersiva serast a wan dabû, bi gulekê hatiune xelatkirin.
Rêûresim bi govend û dîlan û keyfxweşiya giştî bi dawî hat.