Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva Yelda, şeva ji dayîkbûna Pêxemberê Aşitiyê, li Rojhilatê Kurdistanê de hate pîrozkirin

17:33 - 22 Kanûna pêşîn 2025

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê li şeva derbasbûyî de bo rêzgirtin ji yad û navê Dr. Qasimlo û şeva jidayîkbûna vî, li malên xwe de û herwisa li kolan û şeqamên gund û bajaran de ev şev bi bilind ragirtin û pîroz kirin.

Xelkê Kurdistanê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, li malên xwe de li ser sifreya Yeldayê ku yek jî hilkeftên herî kevnar a çand û dîroka Kurdî ye, wêneyên Dr. Qasimlo danîn û tevî pîrozkirina şeva Yeldayê, dirêjtirîn şeva salê, jidayîkbûna rêberê Kurd Dr. Qasimlo, pîroz kirin, alaya Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat li tenişta wêneya Dr. Qasimlo danîn û li hinek cihand de li kolan û şeqaman, alaya Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat bilind kirin û wêneyên taybet belav kirin.

li bajarê Urmiye, Selams, Sine, li gundên “Hoye û Serhoye” ser bi bajarê Merîwanê, Seqiz, Rebet, Nexede, Pîranşar, Mihabad, Bane, malbatên şehîdên tevgera Jînayê li bajarên Bokan û Seqizê, gundê Gogçe ser bi bajarê Merîwanê, gundê Birayîmabad ser bi bajarê Bokanê, gundên Girdyaqûb, Xurxure, Qiciyawa û Gapîs” û çendîn gund û deverên din û li nav bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên berfireh taybet bi şeva yeldayê li kolananên wan gundan bi rê ve çon.

Herwisa keçên xwendekar li bajarê Bokanê, gundê Kelekîn ser bi bajarê Pîranşarê, bajarê Sahib û devera Jawero ser bi bajarê Sinê, şeva Yeldayê şeva jidayêkbûna Pêxemberê Aşitiyê hate pîrozkirin.