Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nerizayetiya malbatên şehîdên şoreşa Jînayê li ser gora zarokên wan

17:35 - 22 Kanûna pêşîn 2025

Hevdem digel hatina şeva Yeldayê, hejmarek ji malbatên mafxwaz ên şehîdên şoreşa Jînayê, li goristana “Biheşta Mihemedî” ya bajarê Sinê li ser gora zarokên xwe yên şehîd, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li vê kombûna nerizayetiyê de malbatên mafxwaz tevî bîranîna zarokên xwe, li derheq rewşa xirab a jiyan û sepandina deshilta dîktatorî ya rêjîma Îranê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û rêjîma komara îslamiya Îranê bi sedema wan hemû qeyran û pirsgirêkan binav kirin.

Herwisa li vê kombûnê de durûşmên wek “Ne bo sifreya betal” dengê nerizayetiya xwe li derheq bilindbûna nirxan, hejarî, givaşên aborî û berdewamiya bêdadî, bilind kirin.

Malbatên mafxwaz li vê kombûnê de pêdegirî li ser pêwendiya li navbera dadperwerî digel jiyana rojaneya xelkê de kirin.

Pêştir jî malbatên şehîdan bi taybet dayîkên şehîdan ên mafxwaz li bajarê Sinê, çendîn caran bi hilgirtina wêneyên zarokên xwe yên ku ji aliyê rêjîma Îranê ve hatibû şehîdkirinê, bi durûşmdanên wek: “Şehîd Namirin, Sond bi xwîna yaran dê berdewam bin heta dawî û Jin Jiyan Azadî” yada şehîdên vê şoreşê bi bilind ragirtine û li derheq tawankarî û cinayetên rêjîmê nerizayetî û bêzariya xwe dane xuya.

Cihê gotinê ye ku heta niha çendîn kes ji endamên wan malbatên mafxwaz, hatine girtin û rastî gefxwarin û azarên hêzên tepeserker ên rêjîmê hatine.