Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dest ji şandina cebilxane bo milîsan bernade

17:38 - 22 Kanûna pêşîn 2025

Pêka rapora “Elerebiye” ku ji zimanê berpirsekî Amerîkayê ve nivîsandiye, rêjîma Îranê li şandina cebilxane û qaçaxkirina wan bo milîsan berdewam e û tevî ku li 2 salên derbasbûyî de derb û xisarên giran bi rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê kevtine, lê rêjîm li şandina cebilxane bo wan milîsan berdewam e.

Herwisa li vê raporê de îşare bi herifîna dîktatoriya Beşar Esed û şikesta giran a Hizbullahê jî hatiye kiriye.

Tora Elerebiye çend heftî berî niha jî piştrast kiribû ku rêjîma Îranê careke din bernbameya mûşekiya xwe dest pê kiriye û herwisa pêdegiriya rêjîma Îranê zêdekirina cebilxaneya xwe û milîsên ser bi vê rêjîmê, li Rojhilata Navîn li vê dawiyê de zêdetir bûye.

Pêka vê raporê, berpirsê Amerîkayê gotiye: “rêjîma Îranê hemû rê û şêwazan bi kar tîne ku bikare cebilxaneyê bigihîne milîsan, anku hem li rêya bejayî û hem wêzgehên qiraxavî bi kar tîne û ew rewş çendîn sal e ku rêjîma Îranê bi kar tîne.