Malnişînkiriyên îdareya dabînkiriuna civakî li bajarên Têhran, Şûş, Kerxe û Heft tepê de li derheq hejarî, rojreşî û bilindbûna nirxan, enfilasiyona serberedayî, heqdesta kêm, nebûna aramî û ewlehî, nebûna nexweşxane û derman û hewcehiyên dermanî yên bê beranber, nemana xweşbijîwî û rewşa sepandiya tirs û sam, cudatîdanîn, dizî, talankirin, bertîl û sitemê, nerizayetiya xwe dane xuya û rêpîvanek nerizayetiyê lidar xistin û dirûşmên wek “Mafên me bi tenê dê li ser şeqaman bê dabînkirin, heta em mafê xwe nestînin em nasekinin û çendîn cure durûşmên din” dan.
Herwisa kedkarên şirketa “Werda Zertak” a bajarê “Kuwar”ê ser bi parêzgeha Fars, duyemîn roja kombûna nerizayetiyê berdewam kirin.
Li bajarê Dizfûlê de jî kedkarên pakban li derheq heqdesta kêm û nedana heqdestan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa kedkarên pîşeya Pola ya şirketa Rad a Hemedanê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq qutkirina gazê li sermaya 6 pile jêr sifrê de kombûneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistin û ragihandin ku kar, jiyan û ewlehiya kariya wan kedkaran bi sedema qutbûna berqê kevtiye metirsiyê.