Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna nirxa xwarinan, bûye gefek mecid li ser tenduristiya xelkê Îranê

17:43 - 22 Kanûna pêşîn 2025

Ehmed Îsmaîlzade, birêveberê giştî yê beşa xwarin a wezareta tenduristiya rêjîmê tevî îşarekirin bi bilindbûna nirxan û daketina şiyana kirîna xwarinan a xelkê û kêmbûna metirsîdar a xwarinên wek berhemên şîrî, meywe, pincar û dexlûdan, da zanîn ku ev yekê dibe sedema peydabûna nexweşiyên demdirêj ku li paşerojê de tevî girantirbûna nirxa çareseriya pizîşkî, ser tendirustiya niha ya xelkê Îranê bûye gefek micid.

Herwisa Îrec Xusroniya, serokê encumena pisporên hundirê Îranê huşdarî da ku kêmbûna wan cure xwarinan dibe sedema derbên giran bi tendirustiya xelkê û nexweşiyên wek kurtbûna bejnê, geşenekirina bi nîve a laşê mirov, pirsgirêka çemiyana navmil, janepişt, û jana hestiyan ji sedemên nexwarina wan cure xwarinan in.

Navbirî da zanîn ku li çend salên bê, ne bi tenê kesên bi temen, belku ciwanên Îranê jî dê tûşî pirsgirêkên dijwar ên hestiyan bibin ku tevî derb bi tendirustiya wan, xerceke gelek zêdetir bi xelkê û bo saziyên bîme û beşa hikûmî ye.