Li 20ê Kanûna Pêşîn a 2025 li devera “Nord Yolend” a welatê Danmarkê, li bajarê Viyenê li welatê Otrîşê, li welatê Ustraliyayê Wêbînarek bo rêzdar “Elî Budaxî” endamê Kumîteya Navendî a Hizba Dêmokrat û li devera “Romerîkê” ya welatê Norwêjê, hatine lidarxistin.
Ev rêûresim bi sîrûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê Şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kirin.
Li wan rêûresman de peyama Hizba Dêmokrat bi hilêkefta roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê hatine xwendin û çendîn mûzîk û sirûdên şoreşvanî bi tabet bo rêzgirtin li Roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê hatine strandin û çendîn gotarên taybet bi vê roja dîrokî ya Kurdistanê ji aliyê birêveber û beşdarbûyên wan rêûresman hatine pêşkêşkirin û rêûresm bi keyfxeşî û govend û dîlanê bi dawî hatin.