Pêka raporên belavbûyî roja Duşemî 22ê Kanûna Pêşîn, “Adil Yûsifînijad” ê bavê Şehîd “Çiyako Yûsifîniojad” û herwisa “Ako Yûsifînijad” ê birayê “Şehîd Çiyako”, bi rêya têlêfonê bo îdareya îtilaat a spaha pasdaran a terorîst li bajarê Sinê hatine gazîkirin û piştre wan hêzên hov, ev bav û kur binçav kirine.
Pêka raporên belavbûyî, egera vê yekê heye ku bav û birayê Şehîd “Çiyako Yûsifînijad” bi sedema amadebûna li çalakiyên bernameya jîngehparêziya Zagrosane li roja Înê de hatibin gazîkirin ku bi armanca bîranîn û rêzgirtin ji Şehîdên Jîngeha Kurdistanê bi rê ve çobû, lê hêj bi serastî sedema, binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan nerohn e.
Şehîd “Ciyako Yûsufînijad”, Yek ji Şehîdên parastina Jîngeha Kurdistanê ye.