Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li heyva Sermawezê de her 2 demjimêran girtiyek bidar vekiriye

17:19 - 23 Kanûna pêşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî rêjîma Îranê li heyva Sermaweza 1404 a Rojî de zêdetir ji 338 girtî li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar vekirine ku bi awayê nêvincî, li her rojê 12 kes û her 2 demjimêran girtiyek bidar vekiriye.

Ev amar bi tenê wan haletan li xwe digre ku hatine tomarkirin û rêjeya serast a bidarvekirin bi sedema sansora dijwar li ser ragihandinan û herwisa derketina raporan ji girtîgehan gelek zêdetir ji amarên tomarkirî ye û rêjeya bêserşûnkirin û kuştina li jêr îşkenceyan jî bi serastî nehatiye zanîn.

Pêka Rapora heyvane ya “HRANA”yê li heyva Sermawezê de 296 rapor 338 haletên bidarvekirin, 21 haletên sepandina sizaya bidarvekiriunê û 6 haletên piştyrastkirina sizaya bidarvekirinê li xwe girtiye ku 2 haletên bidarvekirinan li ber çavên xelkê hatine kirin.

Piştî aloztirbûna rewşa ewlehî û birêveberiya rêjîma Îranê û jidestçona rewatiya rêjîmê, bi taybet piştî şerê 12 roje, rêjîma Îranê rêjeya bidarvekirin û sepandina sizayên gelek giran bi taybet bidarvekirina girtiyan zêde kiriye û vê yekê wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê Îranê bi taybet netewên “Kurd û Belûç” bi kar tîne.