Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tîrêjên Rojê ti carî kêmşewq nabin

00:33 - 24 Kanûna pêşîn 2025

N. Nûredîn Sofîzade

 

Piştî dirêjtirîn şeva sala 1930 a Zayînî, anku şev çile “Yelda” ku bi ji dayîkbûna Zarokekî, şewq û şemal û ronahiyê tîrêjên xwe avêtin ser zilmat û tarîtiya wê şeva dirêj û her der ronî kir û tava rojê hilda, 95 sal derbas dibin. Ev jî jidayîkbûna Ebdulrehman, kurê Mihemed Axayê Wisûq li gundê Qasimlo girêdayî bi bajarê Urmiyê bû.

Ev Ewdulrehmanê ku pişte bi Qasimlo û pişte bi Dr. Qasimlo û rêber û xwedî rêbaz û kesayetiyê karîzmatî ê tevgera Kurd hate naskirin.

95 mom û şemal îsal li Rojhilatê Kurdistanê û li mala heçî Kurdekî xwedî hest û evîndarê rêbaza Qasimlo de hatne hilkirin, îsal jî piştî derbasbûna 95 salan, Qasimlo li her malekî û li hizr û yadê herkesekî de jidayîk bû.

Piştî wê şevê ku dirêjtirîn şeva salê bû, heta niha 95 şevên wekî wê anku 95 “Yelda” û dirêjtirîn şevên salê derbas bûne û mixabin ew li 59 saliya xwe de li bi destê terorîstên ku ji aliyê “wilayeta Feqîh” yên rûniştiyê Tehranê ve hatinî şandin şehîd kirin, lê ya ku jiyaye û dijî, hizir, dîtingeh û baweriyên wî xortê nîştiman û mekteba hizra wî ye ku ne tenê di gundekî de sînordar nemaye, belkî Kurdistan û Îran li xwe girt û dengvedana navnetewî hebû.

Dr. Qasimlo li dirêjtirîn şeva salê de ji dayîk bibû û bi têkoşîn û hizr û bawera xwe, dixwest şeva dirêj a li ser Kurdistanê bişkêne û tarîtiya sepandî li ser welat birevîne û bi tîrêjên rojê, netew û nîştiman ronahî û gerim bike û keskatî û avedanî û jiyanê berhem bîne.

Ya ku xortê jidayîkbûyê şeva Yeldayê ava kir, niha mekteb û rêbazekî mezine li Kurdistanê, û bûye çavkaniya hêz û hizrê bo xortên wî welatî ku dixwazin azad, serbest û wekhev li ser axa xwe bi serweriyê ve bijîn.

Qasimlo piştî 95 salan roj bi rojê tîrêjên hizra wî bêtir şewq dide û hemî mal û dil û hişmendî û fikara gelê me de cih girtiye û tîrêjên hizr û rêbaza wî, nihajî digel tarîtiya dîktatorê serdem berekaniyê dike û bêguman heya ronahî bi ser tarîtiyê de sernekeve û ti carî ev şewq û tîrêjên hiviyê kêm nabin.

Qasimlo Yeladaya 95 mîn a temen xwe de jî, li seranseî Kurdistanê de carekî din ji dayî bû û şewq û ronahiya wî, çavê peleçemkên tarîperest kor kirin.