Komîteya Mafên Mirovî ya Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Kurdistana Îranê raporek taybet a binpêkirinên mafên mirovî li derheq Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê belav kir.
Pêka vê raporê ji destpêka heyva Çiriya Paşîn heta niha anku 3ê Kanûna Pêşîn, zêdetir ji 35 ciwanên Kurd yên temenê wan li navbera 14 heta 35 salî li bajar û deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê de bi tohmetên cuda yên olî, siyasî û tohmetên din û xuyanebûna sedema binçavkirinê, hatine binçavkirin û qedera wan nexuya ye û nasnameya hejmarek ji wan li ber dest e.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku li wî heyamî de zêdetir ji 26 welatiyên Kurd li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin ku temenê 3 kes ji wan jêr 35 saliyê de bûy.
Herwisa li derheq kolberan de jî li vê raporê d ehatiye ku 2 kolber bi teqeya rasterast a hêzên hov ên rêjîmê birîndar bûne û kolberek jî bi sedema teqîna mînê, pêyekî xwe ji dest daye.