Şeva Yelda ku yek ji hilkeftên herî kevnar û dîrokî ya gelê Kurd e, hevdem roja jidayîkbûna Pêxemberê Aşitiyê, rêberê navdarê Kurd, “Dr. Qasimlo” ye, li vê rojê de xelk bi danîna şêrînî û meyweyan li ser sifreyan û xemilandina vê bi axabanî û alaya Kurdistan û kombûn li dora vê û danîna wêneya “Dr. Qasimlo”, vê hilkefta dîrokî û netewî bi bilind radigrin û pîroz dikin.
li berdewamiya wan pîrozbahiyên şeva yeldayê li bajarê Sinê, li devera şamat a bajarê Mihabadê û li bajarê Urmiyê, hate pîrozkirin.
li bajarê Seqizê de jî li taxên “Şanaz, Tepeya Şafi`î û taxa Camî anku pişt serqebran, bi nivîsandina dirûşmên wek “jidayîkbûna roja welatê Kurdan pîroz be, roja jidayîkbûna rêjê pîroz be”, dîwar xemilandin.
Herwisa li çendîn cihên din de jî şeva Yeldayê hate pîrozkirin.