Şeva Yelda ya 1404 a Rojî, li melbenda 3 a Kurdistanê, rêûresmek bo bilindragirtina şeva jidayîkbûna rêberê bêmînak ê gelê Kurd, “Dr. Qasimlo”, li çend beşên cuda de û bi beşdariya kadr, pîşmerge, endam û malbatên pêşmergeyên li vê melbendê, li rewşeke pêşmergeyane de bi rê ve ço.
Rêûresm bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê Şehîdên Doza Rizgariya Kurd û Kurdistanê, dest pêkir.
Piştre peyama Şeva Yelda ji aliyê Mamosta “Xalib Hebîbî”, berpirsê melbenda 3 a Kurdistanê ve hate xwendin.
Li beşeke din de rêzdar “Ramyar Şamuradî” helbestek pêşkêş bi amadebûyan kir û stranek jî ji aliyê rêzdaran “Sîrwan Nûrî, Hêmin Kerîmî û Kardo Wezîrî” ve hate strandin.
Şemala 95emîn sala jidayêkbûna “Dr. Qasimlo” ji aliyê kadrê dêrîn ê Hizbê “Ebdullah Bêhrûzî” ve hate hilkirin.
Piştre, kêbirkêya pirsyar û bersivê ji aliyê rêzdar “Mihemed Silêmanî”, starnek ji aliyê rêzdar “Nizam Secadî”, govendek ji aliyê girûpa dîlan a melbenda 3 û helbestek ji aliyê xatûn “Firmêsk Kerîmî” ve hate pêşkêşkirin.
Li beşeke din de jî bi hilkefta 26ê Sermawezê, rêz li wan pêşmergeyan hate girtin ku erkên xwe yên Hizbî bi başî bi rê ve birine ku ev in: “Kawe Wezîrî, Hêmin Kerîmî, xatûn Cemîle Babolî û xatûn Hacer Qadirî”.
Herwisa çend pêşmergeyên fêrgehê yên bi navên “Ceifer Yûsifnijad, xatûn Sergul Axabeygî, xatûn Meryem Selîmîzade” ji aliyê rêzdar “Riza Şahmuradî” kadrê dêrînê Hizbê ve hatine xelatkirin.
Li beşek din de rêz ji çend xwendevanên serkevtî hate girtin ku ji aliyê xatûn “Zîba Salihî” a têkoşera Hizbê ve hatine xelat kirin, navê wan xwendevanan ev in: “Pêşewa Mihemedîsa, Karox Wezîrî û Ayda Remezanî”.
Li dawiyê de jî ev rêzdarên ku li kêbirkêyên cur bi cur ên wrzişiyên vê melbendê de pileya yekem bi dest xistibûn, ji aliyê rêzdar “Feryad Durûdî” mamostayê Fêrgehê hatine xelatkirin ku navê wan ev in: “Ramyar Şamuradî, Mihemed Silêmanî, Soran Çûpanî û Farûq Mihemedîazer”.