Polîsê Federal ê Amerîkayê anku “FBI” bi belavkirina wêne û zanyariyên nû , li derheq terorîstekî rêjêma Îranê yê bi navê Seîd Tevekkulî”, daye zanîn ku Amerîka li pey wî terorîstî kevtiye û hatiye îşarekirin ku ew fermandeyê yekeya 11 hezar a spaha pasdaran a terorîst e û berpirsê birêvebirina tora kiryarên terorîstî yên spaha quds bi dijî armancên Îsraîl û Amerîkayê ye.
“FBI”yê daxwaz ji xelkê kiriye ku li egera hebûna her zanyariyek li derheq cihê man an kiryarên wî terorîstê rêjîmê, hevkariyê digel “FBI”yê bikin.
Pêka zanyariyên dezgehên ewlehî yên Amerîkayê, ew terorîstê rêjîmê bi zêdenavê “serdar Emmar” jî tê naskirin ku bi awayê rasterast li jêr çavdêriya pasdar Îsmaîl Qaanî yê tereorîst de kiryarên terorîstî dike.