Pêka raporên belavbûyî, enbareke cebilxaneya rêjîmê ku mûşekên SAM-7 li xwe girtibûn li nêzîkî sînorê Sûriye û Îraqê li devera Elbokemal de li parêzgeha Dêrezorê, ji aliyê hêzên deverî yên dewleta Sûriyê ve hate peydakirin û dest bi ser de hate girtin.
Pêka wan raporan, rêjîma Îranê dixwest wan mûşekên SAM-7 bi rêya axa Sûriyê bo Hizbullaha Lubnanê bişîne.
Pêka wan raporan, cebilxaneya rêjîmê bo milîsên ser bi vê rêjîmê pêştir bi rêya tûnelên sînorî yên li navbera Îraq û Sûriyê ve bo axa Sûriyê dihatine veguhastin ku li wir ve bo milîsan dihate şandin.
Mûşekên SAM-7 bo berevaniya esmanî zêdetir têne bikaranîn û pêka wan raporan, armanca rêjîmê li şandina wan mûşekên kurt mewda, bihêzkirina şiyana berevaniya esmanî ya Hizbullahê bûye.