Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 508an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

12:31 - 24 Kanûna pêşîn 2025

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 508 a Agirî de, ev mijar hene:

 

“Tîrêjên Rojê ti carî kêmşewq nabin” Manşêta hejmara 508 an a Agirî ye, û herwisa li rûpela ewilî de, Peyama pîrozbahiya Rêzdar “Mistefa Hicrî”, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta hilbijartina Dr. “Berhem Salih” wek serokê Komîsaryaya bilind a Netewên Yekgirtî li Karûbarên Penaberan anku “UNHCR”, hatiye weşandin.

 

Rûpela 2 - Peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta

26ê Sermawezê, roja Pêşmerge û Ala ya Kurdistanê.

 

Rûpela 3 - Peyama pîrozbahiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bo kongireya yekem a Federasiyona Jinên diyaspora ya Kurdistanî.

 

Rûpela 4  - Gotara - Pêşmergeyê Kurdistanê, hêza Kurdî û binavûdengê cîhanî, ji nivîsa Serbest Urmiye.

 

Rûpela 5 – Gotara - Şeva Yeldayê, Zayîna Ronahiyê, jidayîkbûna şehîd Dr. Qasimlo, ji nivîsa Hesen Mukerem.

 

Rûpela 6 – Beşa 1 a gotara - Şivan Perwer, Dengê ku dîrok şiyar kir, Bi boneya pêncî saliya çirûskîna li asîmanê hunera Kurdistanê, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

 

Rûpela 7 ê de gotara - Berhema 80 salî ya Hizba Dêmokrat ji bo Kurdan, 26›ê Sermawezê!, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

 

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

 

Rûpela 8 a Agirî ku taybete bi hevpeywîna Agirî ye, di vê hejmarê de, Bi hilkefta 26ê Sermawezê roja Pêşmerge û Ala ya Kurdistanê hevpeyvîna vê carê digel hunermend Şivan Perwer hatiye kirin. Hevpeywînkar – Şehram Subhanî , û Têkst wergirtin ji deng – Sîmîn Rûhanîzade.

 

Rûpelên 9 û 10 a Agirî hatine terxankirin bo gotarekê li jêr navê “Li ber deriyê dîrokê, pêwîstiya yekitiya neteweyî û hişmendiya milî” ji nivîsa Cano Amedî.

 

Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

 

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 508 a Rojname ya Agirî, postêreke li jêr navê “ Dr. Qasimlo navek ku ronahî da şeva Yelda yê” bi minasibeta şeva Yeldayê dirêjtirîn şeva salê û 95 emîn salvegera rêberê mezin şehîd Dr. Qasimlo, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

 

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

 

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

 

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.