Enîstîtoya Lêkolînên Siyaseta Navnetewî ya Îtaliyayê anku “ISPI” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku rêjîma Îranê mijûlê guherîna bernameya xwe ya navkî bo aliyê berhemanîna kumikên navkî yên biçûkên givişî bo danîna wan kumikan li mûşekên balistîkî ye.
Pêka vê raporê, rêjîma Îranê piştî şerê 12 roje, ev pîlan dariştiye û bernameyeke nihênî û perdepoşkiriya li navend û binkeyên weşartî de heye ku heta niha jî Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ev binke û navend nedîtine û rêjîmê jî ev navend neragihandine û aşkera nekirine.
Li vê raporê de hatiye ku hekî rêjîma Îranê bikare alîkariya biyanî bo çêkirina wan cure kumikên navkî bo aliyê xwe rabikêşe, dê çend heyvan de vê pîlana xwe cî bi cî bike, lê ti welatek ên wek Çîn, Rûsiye an Pakistan amade nînin vê hevkariyê digel rêjîma Îranê bikin.
Pêka vê raporê, bijardeya berçav bo rêjîma Îranê bo vê alîkariyê, renge Koreya Bakûr be û tevî ku piştrastkirina vê yekê ti îmkanek nîne, lê nîşaneyên zêdebûna hevklariya wan 2 rêjîmên dîktatorî li warê mûşekên balistîkî û bernameyên pêşkevtî têne xuya.