Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çavkaniyên Îraqî, nûçeya huşdarîdana Amerîka bi Îraqê red dikin

12:29 - 3 Kanûna pêşîn 2025

Pêka rapora “El-Hedes” a Erebistanê, Tom Barak ê nûnerê Amerîka li Karûbarên Rojhilata Navîn huşdarî daye “Mihemed Şiya`i El sûdanî” Serokwezîrê Îraqê ku li egera destêverdan an alîkaridana girûpên Îraqî bi Hizbullha Lubnanê, dê girûpên Îraqî bibin armanca êrîşên Îsraîl ku ev yek berteknîşandanên berfireh li Îraqê ên wek redkirina vê nûçê, li pey xwe aniye.

Çavkaniyên Îraqê îdia kirine ku li navbera Tom Barak û El sûdanî de bi tenê mijara Sûriyê û rêgirîkirin ji berfirehtirbûna qeyranan li deverê de hatiye baskirin û nûçeya “El-Hedes”ê red kirine.

Herwisa li vê rapora El-Hedes” de hatiye ku Tom Barak bi “El-Sûdamî ragihandiye, operasiyonên Îsraîl bi dijî Hizbullahê heta çekkirina tevav a wan milîsan dê berdewm bin.

Pêka gotina hinek çavkaniyan, ev helwîsta Amerîkayê, bi awayek dide xuya ku qonaxeke nû ji hevahengî li navbera givaşên Amerîka û Îsraîl bo ser aliyên deverê ye.