Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê %87 a dahata xwe bi rêya wergirtina bacê ji xelkê Îranê bo sala nû dabîn dike

10:26 - 25 Kanûna pêşîn 2025

Pêka reşnivîsa pêşniyarkirî ya Mesûd Pizişkiyan bo meclîsa rêjîmê, %87 a dahata giştî ya Îranê dibe bi rêya wergirtina bac û maliyata ji xelkê Îranê bê dabînkirin.

Li halekê de ku bilindbûna nirxan û daketina dahatê, pêsîra xelkê Îranê girtiye, rêjîm dixwaze %87 a tevaviya dahata giştiya xwe ji xelkê Îranê bistîne.

Li halekê de bûdceya Îranê 40 milyard Dolar hatiye diyarîkirin, li meclîsa rêjîma Îranê bas ji bêserûşûnbûna 70 milyard Dolar ji dirafê xelkê Îranê tê kirin.

Piraniya nêzî bi tevav a bûdceya 40 milyard Dolarî ya Îranê dê bi ser navendên rêjîmê ên wek beyta rehberî û hêzên çekdar û navendên propagandayên olî û bi taybetî û milîsên ser bi rêjîmê dê bê dabeşkirin û ya mayî jî tê dizîn û talankirin, pêka gotina hinek çavkaniyên nefermî, hiqûqê karmend û malnişînkiriyan bi tenê bi rêya çapkirina bê piştivane ya diraf li banka navendî de dê bê dabînkirin.