Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn îşkencegehên rêjîmê li bajarê Urmiyê de hatine eşkerekirin

10:27 - 25 Kanûna pêşîn 2025

Rêjîma Îranê bo perdepoşkirina cinayet û kiryarên hovaneyên xwe, li 4 cihên bajarê Urmiyê de girtîgehên veşartî yên asta bilind a ewlehiyê hene û pêka raporên belavbûyî, li Padigana “Elmehdî” li rêya Behrê û Padigana “Malikê Eşter” li rêya Sintoyê,  tevî ku padiganên spaha pasdaran a terorîst in, çend girtîgehên perdepoşkirî û nihênê yên bi ewlehiya asta herî bilind hene.

Pêka raporên mafê mirovî, girtîgehên “81 a Remezan û 9ê Dêy” li padigana “Elmehdî” û girtîgehên “7ê Tîr û Xêyber” li nav padigana “Malikê Eşter” de ne.

Herwisa li van padiganên spaha pasdaran a terorîst de navendên berevaniya esmanî jî hene ku li şerê 12 roje de bûne armanca bombên Îsraîlî.

Herwisa hejmarek ji girtiyan îşare bi bînayên ewleh ên Îtilaat û spaha pasdaran ku wek girtîgeh û îşkencegehan tênê bikaranîn, li nav bajarê Urmiyê de kirine ku yek ji wan bînayên ewleh, li şeqama Apadana a bajarê Urmiyê de ye.

Piştî destpêkirina serîhildana xelkê li şoreşa Jînayê de hejmareke zêde ji xelkê li wan cure cihan de hatibûne ragirtin ku rastî hovanetirîn îşkencekirinên rêjîmê hatibûn.