Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 39 girtî li roja Sêşem û Çarşemiyê de bidar vekirin ku 3 ji wan jin in

10:33 - 25 Kanûna pêşîn 2025

Pêka dawî raporên belavbûyî, rêjîma Îranê li 2 rojên derbasbûyî anku Sêşemî 22 girtî û roja Çarşemî, 17 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirine, pêka wan raporan li roja Çarşemî 24ê Kanûna Pêşîn, “Mesûd Muradî, Yeiqûb Meisûmî, Îbrahîm Elîzade û Mihemedmehdî Edwarî” li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Herwisa vê rojê “Eyûb Dêhqanî û girtiyekî xelkê Efxanistanê” li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li  bajarê Şîrazê, “Zehra Xanzade û Emîr Ezîzî” li girtîgeha Wekîlabad a rêjîmê li bajarê Meşhedê û “Mihemed Nûriyan” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Şehrê Kurd, hatine bidarvekirin.

“Mehdî Recebelîzade” li girtîgeha Lakanê li bajarê Reştê, “Nûredîn Penahî” li girtîgeha bajarê Bûşêhrê, “Cehanşah Reşîdiyan” li girtîgeha bajarê Damixanê, “Nêimet Xusrewî” li girtîgeha bajarê Kaşmerê, “Nûşad Kazimiyan” li girtîgeha bajarê Melayirê, “Xudakerem Sefapûr” li girtîgeha bajarê Sebzewarê û girtiyek bi nasnavê “Restigarî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Mihabadê de hatine bidarvekirin.

Li roja Sêşemî 23ê Kanûna Pêşîn de jî 22 girtî ku 2 ji wan jin bûne li girtîgehên rêjîmê li seranserê Îranê de hatine bidarvekirin.