Gorî amarên ku dem bi demê têne belavkirin, nirxa 1 Dolarê Amerîka li bazarên Îranê de, geheştiye 136 hezar û 500 Tûmenî.
Pêka vê amarê ku Tûmen nirxa xwe ji dest dide, ev qas jî nirxa hewcehiyên rojane ye xelkê jêlel diçe û bi curekê ku êdî xelk nikare hewcehiyên xwe dabîn bike.
Nirxa hewcehiyên xwarinê, wek Goşt, Nan, Mîwe, berhemên şîr wek mast û penîr û kere, cilûberg, derman, kira malan, û gelek hewcehiyên din, hinde bilind bûye ku gorî dahata xelkê, ti kes bersivderê hewcehiyên jiyana xwe a rojane nîne.
Rêjîma Îranê bi zanebûn xelkê birsî dike û bêkarî û bê dahatiyê rewşa jiyana wan hinde xirab kiriye ku pirsa peydakirina Nan bo xelkê bibe pirsa sereke.