Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê careke din huşdarî da rêjîma Îranê

11:34 - 25 Kanûna pêşîn 2025

Morgan Ortagus a Şêwirkara Nûnerê Amerîka li Saziya Netewên Yekgirtî li civîna Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netyewên Yelkgirtî de, tevî amadebûna xwe bo destpêkirina danûstandinan digel rêjîma Îranê, careke din tekez kir ku take rêya destpêkirina danûstandinan, destberdana tevav a rêjîmê li bernameya meyandina Uraniyomê ye.

Herwisa vê siyasetvana Amerîkayê ragihand ku dibe rêjîma Îranê amadeyê danûstandineke rasterast û bi wate be.

Herwisa navbirî rû bi rêjîma Îranê got: “Serkomar Donald Trump, li her 2 dewreyên Serkomariya xwe de destê dîplomasiyê bo aliyê we dirêj kir, lê her carê we destê xwe xiste nav agir, ji agir dûr bikevin û destê dîplomasiya Dolald Tramp bigrin”.