“Fayiq Yezdan” Serokê Şêwreya Bilind a Dadweriya Îraqê, li hevpeyvînekê de da zanîn ku girûpên “Esayîb Ehlê Elheq, Ketayîb Îmam Elî, Ketayîb Sêyyidulşoheda û Ketayîbê Ansarullahê El-Ewfiya” amade bûne ku bernameya qurixkirina çekan li destê dewleta Îraqê de cîbicî bikin.
Li vê derheqê de Seid El-Seidî, endamê beşa siyasiya Esayîbê Ehlê El-Heq qurixkirina çek li destê dewletê bi rênoimûniyeke olî binav kir û Hadî Amirî ê serokê taqima Bedir ragihand ku em danîna çekên xwe bi biryara biyaniyan erê nakin, dibe ev biryara dewlet û xelkê Îraqê be.
Ji aliyê din ve Mark Sawaya, Nûnerê taybet ê Amerîka li karûbarê Îraqê bi rohnî û tekezî got: “girûpên çekdar ên derveyî hikûmeta Îraqê ti nirx û pêgehek bo Amerêkayê nînin û armanca bingehîn a erkê min, piştevanîkirin li dewleta Îraqê û kêmkirina bandora rêjîma Îranê li Îraqê bi taybet girûpên çekdar yên ser bi rêjîma Îranê ye.