Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bav û dayîka Mêhrab Ebdullahzade daxwaza rêgirîkirin ji bidarvekirina wî dikindikin

12:19 - 25 Kanûna pêşîn 2025

Bav û dayîka “Mêhrab Ebdullahzade”, girtiyên siyasiyê Kurd ku 4 salan berî niha li şoreşa Jînayê li dema karkirinê de hatibû binçavkirin û piştre bi tohmeta çewt a kuştina besîcekî rêjîmê sizaya bidarvekirinê bi ser de sepandin , daxwaz ji xelkê, navendên mafên mirovî û civaka cîhanî dike ku rêgirî li bidarvekirina kurê wan bikin.

Bav, dayîk û parêzerê Mêhrab, wî bi bêtawan nas dikin û ti belgeyeke serast a yasayî li dosyeya wî li dadgeha rêjîmê de bo tawanbarzanîn wî ciwanê Kurd nîne, bi tenê li jêr îşkenceyên hovane de ev neçar bi wajokirina bi zorê ya îtirafkirineke pîşnivîsandî kirine.

Sizaya bidarvekirina vî ciwanê Kurd li dadgeha bilind a rêjîmê de hatiye piştrastkirin û egera bidarvekirina Mêhrab Abdulahzade gelek zêde kiriye.