Pêka belgeyên nû yên ji Arşîva Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê yên sala 2001 a Zayînî, ku li nû hatine belavkirinê, Vîladîmîr Pûtîn eşkere dike ku rejîma Îranê li pey çeka navkî ye û ev yeka digel zanayên navkî yên Rûsiyê jî bas kiriye.
Pêka wan belkgeyan, Serkomarê Rûsyayê Vîladîmîr Pûtîn di 16ê June a 2001 de, di axaftineke xwe ya nihênî de digel Serokê berê yê Amerîkayê “George W. Bush” ku li Estonyayêde bûye, rasterast îşare bi Îran û bernameya navkî ya vê rejîmê kiriye.
Li vê hevdîtinê de, Pûtîn bi eşkere bi “George Bush” gotiye: "bê şik û guman rêjîma Îranê dixwaze çekên navkî bi dest xwe ve bîne."
Li berdewamiya vê axaftinê de, Vîladîmîr Pûtîn gotiye ku pisporên Îranî gelek pirsyaran li ser mijarên hestiyar ji pisporên me dikin. Bê şik û guman ew li pey çeka navkî de ne lê me bi zanayên xwe yên navkî gotiye ku bi ti awayek nabe wan zanyariyên hestiyar bi wan bidin.