Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî meclîsa rêjîmê gotiye ku hêla hejarî gihîştiye 40 milyon Tumenî

11:36 - 27 Kanûna pêşîn 2025

Berdevkê Komîsiyona Eslê 90 a meclîsa rêjîmê yê bi navê “Mihemed Moitemidîzade” li hevpeyvînekê de digel nûçegihaniya ILNA a ser bi rêjîma Îranê de îdia kiriye ku li bajarê Têhranê de hêla hejarî gihîştiye 40 milyon Tumenî, ev yeka li halekê de ye ku pêka hinek amarên belavbûyî li ragihandinên ser bi rêjîmê, hêla hejarî bo malbateke 3 kesî 60 milyon û li hinek amaren de jî 55 milyon hatiye ragihandin.

Herwisa navbirî gotiye  enflasiyon 50 heta %60 bilind bûye û rêjeya heqdest û hiqûqan jî bi tenê %20 zêde bûye û bacvergirtin ji xelkê jî %50 zêde bûye û îdia kiriye ku li bûdceya sala bê de dê wan mijaran berçav bigrin ku li rastiyê de nehatiye berçavgirtin û bac jî %68 zêde bûye.

Ji aliyê din ve ji aliyê kannasekî bazarê yê rêjîma Îranê yê bi navê “Hemîd Hacîsmaîlî” ku hevpeyvîna wî li ragihandinên rêjîmê de belav bûye daye zanîn ku hêla hejarî li Îranê ji 55 milyon Tumenî jî derbas bûye û heqdestên kedkar û hiqûgê karmendan û malnişînkiriyan bi awayê nêvincî derdora 17 milyon Tumen e.

Ji aliyê din ve hinek amarên ku li derveyî Îranê hatine belavkirin, hêla hejarî bo malbateke 4 kesî 73 milyon û malbateke 3 kesî 60 milyon Tumen bi pêka çartan hatiye berevirdkirin.