Asayîş Birêveberiya Xweser li Helebê ragihand ku girûpên ser bi hikûmeta Sûriyê bi awayekî berfireh êrîş kirine ser taxên “Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” û çekên giran ên wek bi top û tank bi kar anîne û niha tankên wan li derdora wan taxan de cihgîr kirine.
Asayîşa Birîveberiya Xweser bi tekezî ragihand ku li her cure tawankarî û şerek li wan taxan de aliyê êrîşker bi berpirsyar dizanin.
Herwisa hatiye ragihandin ku hevdem digel cihgîrkirina tank û zirêpoş û topan li derdora wan taxan, hêzên serbazî yên hikûmeta Sûriyê jî li derdora wan taxan de cihgîr bûne.
Asayîşa Birêveberatiya Xweser daye zanîn ku wan hêzan ev 2 taxên Kurdan dorpêç kirine.