Pêka dawî raporên belavbûyî, hêzên hov ên ewlehî û tepeserkerên întizamî yên rêjîmê careke din, rêgirî li çona malbatên girtiyên siyasî yên dehika 60an bo nav goristana Xaweran a bajarê Têhranê kirine û deriyê çon bo nav goristanê daxistine.
Pêka wan raporan, malbatên wan qurbaniyên cinayetên dehika 60an a rêjîma Îranê, rêya çona nav goristanê gulrêj kirin û hejmarek ji wan, destiyên gulan bi ser dîwarê goristanê ve avêtine nav goristanê.
Wan malbatan li sala derbasbûyî de bi şandina nivîsekê bo serkomarê rêjîmê ragihandibûn ku zêdetir ji 11 heyv e ku rêjîma Îranê rêgirî ji çona wan bo ser gora zarokên wan dike û piştî derbasbûna salekê hêj çi bersivek bi wan malbatan nehatiye dan.