Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bernameya Zagrosane li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de berdewam e

17:56 - 27 Kanûna pêşîn 2025

Jîngehparpêz û hogirên xwezaya Kurdistanê û parêzerên jîngeha Kurdistanê li hewlên micid de bernameya Zagrosane bi rê ve dibin û vê carê jî li gundê “Nê”, xelkê û çalakvanên jîngehparêz ên endamên rêkxirava “Keska Çiya”, rêkxirava Milekewa Pêncwênê û girûpa çiyageriya “Sorkêw” a bajarê Banê, şêne û dendikên berûyan çandin.

Herwisa li bajarê Eywanê ser bi parêzgeha Îlamê xelkê jîngehparêz bi awayekî berfireh şêne û dendikên darên berûyan çandin.

Herwisa Encumena “Keska Çiya” ya bajarê Merîwanê, dendikên darên berûyan li beşek ji daristanên ku hatibûne şewitandinê de çandin.

Herwisa li bajarê Sinê de jî aliyê xelkê jîngehparêz û girûpa çiyageriya “Kela Hesenawa” ve li bilindahiyan de tevî paqijkirina jîngehê bi awayekî berfireh dendikên darên berûyan çandin û herwisa rêûresmeke bi şan a jîngehparêziyê lidar xistin sirûdên wek, “Xwa Weten Awa Key” strandin û wêneyên Şehîdên Jîngeha Kurdistanê bilind kirin.