Pêka dawî raporên belavbûyî, roja Înê 26ê Kanûna Pêşîn, hatina renî li bilindahiyên gundê Alwatanê li devera sînoriya “Alîmeran” a bajarê Mirawê ser bi bajarê Serdeştê, 2 kolberan canê xwe ji dest daye ku termê kolberek ê bi navê “Kemal Xizrî”, xelkê bajarê Pîranşarê ku bavê 3 zarokan e, ji aliyê xelkê ve hatiye peydakirin lê termê kolberê din tevî hemû hewlên xelkê deverê heta piştî nûvrî nehatibû peydakirin lê hatiye ragihandin ku termê kolberê 2ê jî hatiye peydakirin.
Herwisa li wan raporan de hatiye îşarekirin ku 3 kolber jî birîndar bûne ku rewşa tenduristiya yek ji wan kolberan nebaş e.
Herwisa xelkê deverê ragihandine ku rêjîma Îranê li vê bûyerê de ti alîkariyek bo peydakirina terman û veguhastina birîndaran nekirine.