Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 8 jinên bawirmendê ola Behayî binçav kirin

10:19 - 28 Kanûna pêşîn 2025

Roja Şemî 27ê Kanûna Pêşîn, 8 jinên bawirmendê ola Behayî yên bi navên “Yêganê Rûhbexş, Arêzû Sobhaniyan, Şana Şoqîfer, Nêda Êmadî, Nêda Bedexş, Mojgan Şahrizayî, Perestû Hekîm û Nêgîn Xadêmî”, piştî banghêjkirina wan bo dadgeha Îsfehanê hatine girtin û bo girtîgeha “Doletabad” a rêjîmê li bajarê Îsfehanê, hatine veguhastin.

Ji wan binçavkiriyan, Arêzû Sobhaniyan dayîka Yêganê Rûhbexş a temen 19 salî ye,

Pêka raporan, dadgeha rêjîmê bê amadebûna wan jinan li dadgehê, bi tohmeta “propaganda li dijî rêjîmê” û “belavkirina baweriyên ola Behayî” û “hevkarî digel girûpên dijberî rêjîmê”, bi gelemper 90 sal girtîgeh û 900 milyon Tumen sizaya nexdî, bi ser 10 jinên behayî de sepandibû û dosyeya ewlehî û nihênî bo wan çê kirine.

Pêka biryara dadgeha rêjîmê, tiştên wan ên kesîn, alavên dîcîtal û zêrên wan jinan ji wan standine û bo “sendûqa moslimîn” xerc kirin û sîmkartên wan ên têlêfonê jî daxistine.