Roja Şemî 27ê Kanûna Pêşîn, kadrên dermanî yên zanîngeha zanistên pizîşkî ya “Cundî Şapûr” a bajarê Ehwazê, kombûneke berfireh a nerizayetiyê li hember rewşa dijwar a kar û jiyan, nedana hiqûqan, zêdekarî û çendîn mijarên din dane xuya.
Herwisa kedkarên şirketa Qend a Xawermiyanê li bajarê Şûşê de 6emîn roja kombûna nerizayetiyê li derheq nedana mafên wan ji aliyê berpirsên pêwendîdar û guhnedana wan bi wan daxwaziyan, bi rê ve birin.
Herwisa kedkarên pîşeya zêr a kangeha Zerşûran a bajarê Tîkabê, 15emîn roja kombûna nerizayetiya xwe bi rê ve birin û nerizayetiya xwe li derheq karkirin bê îmkanatan û li sermayê, givaşên dijwar ên jiyanê, nedana heqdestan û cudatîdanînan, nerizayetiya xwe dane xuya û dirûşma berdewamkirina kombûnê heta bidestveanîna mafên xwe dan.