Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar li bazarên Îranê de gihîşte 140 hezar Tumenî

10:25 - 28 Kanûna pêşîn 2025

Li roja Şemî 27ê Kanûna Pêşîn, li demjimêrên sibêdehê heta êwara vê rojê, nirxa Dolar gihîşte 140 hezar Tumenî û xuya nîne ku heta çi astekê nirxa Dolar dê bilintir bibe û ev yek li halekê de ye ku nirxa hewcehiyan roj bi roj li Îranê de bilindtir dibe û rêjîm bilî ku ti bernbameyek bo çareserkirina vê qeyranê nîne, her bi xwe sedema wan cure qeyranan e.

Li halekê de zêdetir ji 2 li ser 3 a xelkê Îranê li jêr hêla hejariyê de dijîn û pêka dawî amran li bajarên mezin ên Îranê de hêla hejarî bo malbateke 4 kesî ji 70 milyon Tumenî zêdetir bûye, heqdest û hiqûqê nêvincî ya kedkaran, karmend û malnişînkiriyan li derdora 17 milyon Tumenî ye anku ev huqûq û heqdest kêmtir ji 1 li ser 4 a dahata hewce bo dabînkirina destpêkîtirîn hewcehiyên jiyanê li Îranê de ye.