Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê Swêdê ragihand ku berpirsê çeteyeke tawankar li Îranê de niştecî bûye

10:28 - 28 Kanûna pêşîn 2025

Polîsê Swêdê ragihand ku “Rewa Mecîd”, berpirsê çeteya tawankar a “Faks Tirût” li Îranê de xwe veşartiye û tevî ku çendîn tawankar li operasiyonan de binçav kirine lê hêj nekarîne berpirsê vê çeteya tawankar binçav bikin.

Pêka raporên Belavbûyî, “Rewa Mecîd” digel spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst pêwendî û hevkarî hene û bo encamdana kiryarên terorîstî li dijî cihûyan, rêjîmê diraf daye wan.

Li vê derheqê de “Gunar Istrûmêr”, Wezîrê Dad ê Swêdê bi eşkere ragihand ku Îran bo birêveber û serokên çeteyên tawankar û cinayetkar bûye cihek aram û ewleh.

Herwisa navbirî da zanîn ku tevî hemû pirsgirêkên li navbera Swêd û rêjîma Îranê, ev dest ji lipeyketinên xwe bo cinayetkaran heta li nav axa Îranê de jî bernadin.