Navenda amar a rêjîmê bi belavkirina raporeke çewt belav kiriye ku enfilasiyona xal bi xal a heyva Sermawezê %52 e ku pêka rêjeya enfilasiyon a heyva Xezelwerê, %3.2 zêde bûyeꓼ Lê pêka amarên ku pêştir hatine belavkirin amara serast a enfilasiyonê gelek zêdetir ji vê amarê ye û zêdebûna nêvincî ya nirxa alav û xizmetguzariyan bi %1.8 bi berhevdanîn digel heyva xezelwerê hatiye nîşandan ku li rastiyê de ev nirx gelek zêdetir e.
Tevî ku ev rapora navenda amar a rêjîmê hevdem digel bûdceya pêşniyarkirî bo meclîsa rêjîmê ye lê rêjeya bûdceya pêşniyarkirî bo sala 1405 a rojî bi tenê %28 zêdetir ji bûdceya sala 1404 a rojî ye û pitira pûdceyê jî bo navendên serbazî û propagandayên rêjîmê hatiye diyarîkirin û kêmtirîn bûdce bo xelkê hatiye berçavgirtin.
Herwisa li vê amarê de hatiye ku nirxa enfilasiyona heyvane ya malbatan li Îranê %4.2 zêde bûye lê pêka amarên belavbûyî li bazaran nirxa xwarinan bi berhevdanîn digel heyva derbasbûyî, gelek zêdetir ji vê amarê ye.