Roja Yekşemî 28ê Kanûna Pêşîn, bi beşdariya rêjeyeke zêde ji malnişînkiriyên dabînkirina xivakî, îdareya Muxabirat û giştî li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarê Kirmaşanê, kombûneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistin û dirûşên wek “ bimre koletî”, “ey meclîs ey dewlet êdî bes e îxanet” “azadî û dadperwerî mafê me ye” û “hevgirtin û yekîtî dê dawiya sitem û bêdadiyê be û tevlî kombûnên nerizayetiyê bibin”dan.
Herwis ali bajarê Têhranê de bazariyên yekeyên ticarî yên “Elaeddîn û Çarsû” bi daxistina bazar û dukanên xwe man girtin û bi awayekî berfireh û bi beşdariya rêjeyeke berçav ji wan bazariyan kombûneke berfireh bo nîşandana nerizayetî li derheq bilindbûna nirxa Dolar, lidar xistin û hêzên tepeserker ên rêjîmê hewla têkdana vê kombûnê dan ku rastî berxwesdana nerziuyan hatin û dirûşmên wek “netirsin em bi hevre re ne” dan û daxwaz ji xelkê Îranê kirin ku bêne ser şeqaman.
Herwisa kedkarên pêtropalavtingeha Kenganê li derheq nedana çendîn heyv a heqdestan û guhnedana berpirsan bi pirsgirêkê wan ên kar û jiyanê, deriyê şirketê daxistin û kombûneke befireh lidar xistin.
Herwisa malnişînkiriyên dabînkirina civakî û îdareya muxabirat li bajarê Têhranê, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birinꓼ Herwisa 7emîn roja kombûna nerizayetiya kedkarên şirketa Qendê Xawermiyanê ya bajarê Şûşê berdewam bû.
Karmendên îdareya bêhzîstî li bajarên “Bêhbehan, Şîraz û Reşt”ê kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.
Li bajarê Îsfehanê de jî malnişînkiriyên pîşeya pola û kangeha Îsfehanê li derheq gendeliya sîstematîk û guhnedana berpirsan bi pirsgirêkên kar û jiyana kedkaran, kombûneke berfireh lidar xistin.