Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên kangehên zêr ên Ax Dere û Zerşûranê ji navendeke asayî ya tendirûsyiyê jî bêpar in

12:03 - 29 Kanûna pêşîn 2025

Kangehên zêr ên li gundên “Ax Dere û Zerşûran”ê ji hemû îmkanatan bêpar in, tevî ku her salê dahateke gelek zêde heye lê ev gund û dever û heta kedkarên mijûlê kar li wan 2 kangerhan de jî ti xizmetguzariyek pêregihîştin bi jiyan û heta tendirustiyê nînin.

Li kangehên zêr de 2 madeyên jehrî yên Arsênîk û Cîwe têne bikaranîn ku bo tenduristiya kedkaran gelek metirsîdar in û rêjeya tûşbûn bi sedema wan jehran li wan 2 gudan de gelek zêde ji cihên din e lê li wan gundan de heta binketyeke tendirûstî ku bi bikeyên “Bêhdaşt” têne naskirin jî nîne.

Malên xelkê wan 2 gundan ku li mewdaya 1 demjimêr li bajarê Tîkabê dûr e, bi tevavî bi heriyê hatine avakirin û ji pitira îmkanatan bêpar in.

Li halekê de ku jêr pê xelkê wan gundan de kangehên zêr hene, ev li hejariyê de dijîn û ji hemû dahatên wan kangehan bêpar in. bi tenê beşa xelkê, madên jehrî yên Arsênîk û Cîwe û dûkel û toz û bêhna teqînan e, yek ji kedkarên vê kangehê bi tekezî dibêje:  “xelkê wir, gelek gelek bêpar in”.