Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtina bazariyan li Têhranê rû bi xwenîşandana nerizayetiyê ve ço

17:57 - 29 Kanûna pêşîn 2025

Piştî mangirtina bazariyan li roja derbasbûyî, li demjimêrên îro Dûşemî 29ê Kanûna Pêşîn, beşek ji bazariyan û xelkê bajarê Têhranê piştevanî, ji mangirtina bazariyên yekeyên ticarî yên “Elaeddîn û Çarsû”yê kirin.

Roja Yekşemî 28ê Kanûna Pêşîn, bazariyên yekeyên ticarî yên “Elaeddîn û Çarsû” bi daxistina bazar û dukanên xwe man girtin û hêzên tepeserker ên rêjîmê hewla têkdana vê kombûnê dan ku rastî berxwedana nerziyan hatin û dirûşmên wek “netirsin em bi hevre re ne” dan û daxwaz ji xelkê Îranê kirin ku bêne ser şeqaman.

Bersivdana beşek ji xelkê bajarê Têhranê û bazariyan li 29ê Kanûna pêşîn de bo destpêkirina rêpîvan bo aliyê wan yekeyên ticarî dest pêkir û piştî hewla hêzên tepeserker û dije miroviyên rêjîmê bo têkdana wan rêpîvanan, xelkê bi tundî bersiva wan da û hêzên rêjîêmê neçar bi revînê kirin û heta dengê teqeyan jî hatiye bihîstin.

Bersivdana xelkê û bazariyan bi vê daxwaziya bazaraiyan ji rêpîvanê ve rû bo xwenîşandanê ve çoye û dirûşmên rêpêvanan êdî rû bi binyata rêjîmê têne dan û daxwaza herifîna rêjîmê dikin û dirûşma “top tank fişfişe axund dibe bicehnimin” dan.

Xelkê ji aliyê “şeqama Lalezar, Bazara Seidî, bazara mezin a Têhranê, çarrêya Îstenbol, parkînga Perwane, Sipehsalar, bazara Şûş û Bazara Ahen” ên bajarê Têhranê rû bi yekeyên ticarî yên “Elaeddîn û Çarsû” bi rê kevtine û hêzên rêjîmê batûn û gaza bîber bikar anîne û levdan li navbera xelkê medenî û hêzên hov ên rêjîmê de dest pê kirine û li hemû cihan de hêzên rêjêmê neçar bi revê bûne.