Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê li ser şeqamên bajarê Têhranê durûşma bimre dîktator dan

18:05 - 29 Kanûna pêşîn 2025

Li berdewamiya guherîna mangirtina bazariyan bi xwenîşandana bazariyan û piştevanîkirina xelkê bajarê Têhranê, hêzên hov ên rêjîma Îranê li çendîn taxên bajarê Têhranê de bi gaza bîber û batûnan êrîş kirine ser xelkê û xwenîşanderan bi awayekî berfireh bersiva wan daye.

Xelk li bajarê Têhranê de xwenîşandaneke berfireh lidar xistiye û çendîn aliyan ên wek beşek ji xwendekarên zanîngeha Têharnê û bazariyan çendîn yekeyên ticarî li vî bajarî, piştevanî li vê mangirtinê kirine ku niha ev yek bûye xwenîşandaneke micid ku dirûşa bimre dîktator didin û li hember hêzên rêjîmê disekinin û wan neçar bi revînê dikin.